Şewat bi zeviyên Zirganê ket û her ku diçe belav dibe

Li gundewarên bajarê Zirganê yê herêma Cizîrê agir bi zeviyên xelkê ket û her ku diçe agir berfirehtir dibe.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Tîmên agirkujiyê bi alîkariya şêniyan hewldidin agir vemirînin.

Rêveberiya Tîmên Agirkujiyê ya bajarê Hesekê diyar kir ku wê tîmên zêdetir şandiye cihê bûyerê.

Li aliyekî din Şaredariya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê bangeke lezgîn li hemû kesên ku dikarin alîkariyê ji bo vemirandina agir bikin, kir. 

Şaredariya Dirbêsiyê di banga xwe de wiha got:

"Em ji hemû kesên ku dikarin alîkariyê bikin, çi bi tankerên avê, kamyonan, an jî bi her rêbazek din a berdest dixwazin ku yekser ber bi rêya Zerkanê ve biçin da ku beşdarî vemirandina agir bibin.

Ji ber ku agir bi lez belav dibe, ber bi zeviyên çandiniyê û malan ve diçe û gefê li zirarên mezin dixwe.

Em ji her kesî dixwazin ku bi lez tevbigerin û bi tîmên agirkujiyê û rayedarên peywendîdar re alîkariyê bikin da ku jiyan û milkê xwe biparêzin."

Li gundê Qeyrewan a Dirbêsiyê şewat hat vemirandin

Di heman demê de agir bi li gundê Qeyrewan a Dirbêsiyê ket.

Tîmên agirkujiyê bi alîkariyên şêniyên herêmê şewata li herêma Qeyrewan a girêdayî bajarê Dirbêsiyê pêketiye vemirand.

Piştî çend edmjimêran ji xebata berdewam a vemirandin, şewat hat kontrolkirin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye