Di şandeyê de Hevserokê Giştî yê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, siyasetmedar Çîgdem Kiliçgun Uçar, Ahmet Turk, Leyla Zana, Sirri Sakik û Berdan Ozturk cîh girt.
Şande ji ber pîştgiriya pêvajoya aşitiyê spasiya Mesûd Barzanî kir û daxwaza Rêber Apo a hevdîtinê parve kirin û Barzani diyar kir ku ger şertên guncaw pêk were dê hevdîtineke bi Rêberê Gelê Kurd re pêk bîne.
Di heman demê de serokê YNK’ê Bafil Talebanî jî li Dabaşanê bi şandeya DEM Partî re hevdîtinek kir. Talabanî peyama, “Niha dem dema vekirina rûpelek nû ye ji bo aştî û jiyana bi hev re” da.