Li Şamê di encama teqînekê de, endamekî Wezareta Parastinê ku ew bi xwe ji bajarokê Kefer Nubil ê Idlibê ye hat kuştin û 4 endamên din ên Wezaretê birîndar bûn.
Li Helebê, teqînek di cebilxaneyekê de çêbû û li gor agahiyên destpêkê 14 kes birîndar bûne.
Li Laziqiyê jî, heya niha şewatên mezin ên daristan û zeviyan nehatine kontrolkirin û li gundewarê Hemayê jî agir bi daristanan ketiye.
Ji aliyê xwe ve jî, Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di 24 saetên borî li navçeyên di bin kontrola hikûmeta Demkî de 12 kes hatine kuştin.