Serokê Amerîkayê Donald Trump, roja yekşemê sibehê, di peyamekê de li ser platforma Truth Socialê ragihand ku, ew ê plana ku Îranê nû şandiye binirxîne.
Lê belê, wî zêde kir ku ew nafikire ku ev plan jî dê were qebûlkirin.
Donald Trump, nerîna xwe ya li ser plana Îranê anî ziman û wiha got:
"Ez ê plana ku Îranê nû ji me re şandiye binirxînim.
Lê ez nafikirim ku ew ê were qebûlkirin.
Ji ber ku wan hîn jî bedela tiştên ku wan di 47 salên borî de li dijî mirovahiyê û cîhanê kirine, nedaye."
Serokê Amerîkayê di der barê vê plana nû de, ti şîroveyeke din nekir.
Trump: Îranî nizanin rêberê wan kî ye
Her wiha Trump pirsa, gelo çi dibe sedema ku êrîşeke nû ya li dijî Tahranê dest pê bike, wiha berisvand:
"Ger ew xirab tevbigerin, ger ew tiştekî xirab bikin.
Îhtîmala şer, îhtîmalek e ku dikare çêbibe.
Bê guman ez dixwazim tiştê ku ji Îranê maye jî, wêran bikim.
Tehran dê 20 salan hewce bike, da ku şiyanên xwe ji nû ve ava bike.
Lê em ê niha paşve gav neavêjin.
Divê Demokrat, operasyonên me yên li Îranê asteng nekin.
Îranî nizanin rêberê wan kî ye."
Trump destnîşan kir ku Mucteba Xamineyî, ku wekî rêberekî nû hatiye diyarkirin têkçûye.
Îranê pêşniyarek ji 14 xalan pêşkêşî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kiriye, ku rawestandina mayînde ya şer û vekişîna tevahî ya hêzên Amerîkî ji herêmê di nav xwe de vedihewîne.
Li gorî Tesnîmê, ev plan bi rêya navbeynkarên Pakistanî wekî bersivekê li ser pêşniyara neh xalî ya Amerîkayê hatiye pêşkêşkirin.