DYA cezayan li ser berpirsên Îranê ferz dike

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku cezayên aborî li ser berpirsên ewlehiyê yên Îranê û torên bankayan, wekî bersivekê ji bo rawestadina xwepêşandanên li Îranê, ferz kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandinên gel li hemberî krîza aborî û polîtîkayên dewletê, di roja xwe ya 20'an de, bênavber didomin.

Berpirsên Îranê jî, bi hemû hêza xwe û bi awayekî tund hewl didin ku van xwepêşandanan rawestînin.

Ji ber vê yekê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, cezayên aborî li ser berpirsên ewlehiyê yên Îranê û torên bankayan, wekî bersivekê ji bo rawestidina xwepêşandanên li Îranê, ferz kiriye.

Li gorî daxuyaniyekê ku ji hêla Wezareta Xezîneyê ya DYA'yê ve hatî weşandin, ceza bi taybetî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî, Elî Larîcanî û berpirsên din hedef digirin.

Sekreterê Wezareta Xezîneyê Scott Bisent got:

"Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di daxwazên gelê Îranê yên ji bo azadî û edaletê de, bi tundî li kêleka gelê Îranê radiweste."

Li gorî Reutersê, ev gav wekî beşek ji polîtîkayên rêveberiya Serok Donald Trump tê, bêyî ku hûrguliyên din ên di derbarê cewherê cezayan an saziyên hedefgirtî de, eşkere bike.

Ev yek di demekê de tê ku aloziyên di navbera Washington û Tehranê de, li ser xwepêşandanên li Îranê û gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo parastina xwepêşanderan zêde dibin.

Lêbelê, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, duh êvarê, piştrast kir ku rewş li seranserî welêt aram bûye.

Her wiha Ebas Eraqçî, idîa kir ku terorîst, bi armanca zêdekirina hejmara miriyan, ketine nav xwepêşanderan û gule li wan û hêzên ewlehiyê, reşandine.

Ji 28'ê Kanûna 2025'an ve, Îran şahidiya xwepêşandanên berfireh li dijî xirabûna şert û mercên aborî û jiyanê dike, ku paşê veguherî xwepêşandanên siyasî li dijî rayedarên desthilatdar.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye