Piştî ku Îsraîlê di şeva 18'ê Tebaxê de herî kêm 8 caran êrîş bir ser baregeha hewayî ya leşkerî ya Ebû el-Duhurê (ku 70 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyê ye), rageşiya di navbera Enqere, Tel Avîv û Şamê de gihşt lûtkeyê. Ev geşedan niha di rojeva sereke ya Rojhilata Navîn de ye.
Bahçelî: Divê endamtiya Îsraîlê ya di NY'ê de bê rawestandin
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî bertekeke pir tund nîşanî êrîşên Îsraîlê da û got ku ev pêngav rasterast li dijî berjewendiyên ewlehiyê yên Tirkiyê ne. Bahçelî bang kir ku endamtiya Îsraîlê ya di Neteweyên Yekbûyî (NY) de were rawestandin û wiha hişyarî da rayedarên Îsraîlê: “Divê dev ji ceribandina bêhnfirehiya Tirkiyê berdin. Tirkiye ewlehiya xwe ya neteweyî di hêviya kesên din de nahêle.”
7 Pêşniyarên Şênber û Banga "Hêza Îslamî"
Bahçelî destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ya "Herêma Bêteror" planên kaosê yên Îsraîlê xerab dike û ji bo avakirina mîmariyeke ewlehiyê ya domdar, wî 7 pêşniyarên krîtîk rêz kirin.Di vê çarçoveyê de, divê yekemcar "Peymana Mekeyê" ya ku di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hatiye îmzekirin were berfirehkirin û di bin banê wê de "Hêza Aştiyê ya Îslamê" were avakirin.
Her wiha wî pêşniyar kir ku bi beşdariya Amerîka, Rûsya, Çîn û Yekîtiya Ewropayê (YE) konseyeke demkî ya herêmî were avakirin û Tirkiye "Deklarasyona Enqereyê" ya ku prensîbên ewlehiyê li xwe digire ragihîne da ku nîşan bide li hemberî êrîşên Îsraîlê bêdeng namîne.
Bahçelî di dawiyê de destnîşan kir ku divê cezayên siyasî û aborî yên li ser Îsraîlê werin zêdekirin, siyaseta "Ji bo Aştiyê Dorpêçkirina Îsraîlê" were bicihkirin û heke Tel Avîv li gorî hiqûqê tevbigere, mekanîzmayên teşwîqkirinê dest pê bikin.
Sûriye: Lihevkirineke nêzîk bi Îsraîlê re nîne
Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed Şeybanî li Îslamabadê daxuyanî da û diyar kir ku armanca wan a pêşîn rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê ye. Şeybanî got: “Pir zû ye ku li ser lihevkirineke stratejîk bi Îsraîlê re nîqaş bibe. Nabe Îsraîl hevkariya xwe li ser Sûriyê ferz bike.” Her wiha wî bi bîr xist ku niyeta Tirkiyê ya avakirina baregeheke leşkerî ya daîmî li ser axa Sûriyê tune ye.
Netanyahu: Em ê destûrê nedin ku Tirkiye ber bi başûr ve biçe
Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hişyariyeke eşkere da Enqereyê û ragihand ku hebûna leşkerî ya Tirkiyê ya li Sûriyê ji bo wan gef e. Netanyahu got: “Me peyamek ji Tirkiyê re şand, lê xuya ye wan nebihîstiye. Em ê tehemûl nekin û destûrê nedin ku Tirkiye ber bi başûrê Sûriyê ve biçe.”