Duh, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê, ragihand ku piştî nîqaşên desteyê û lêkolînên li ser namzetên hilbijartinê, 81 namzetên din, ji hilbijartina Parlementoya Iraqê dûr xistin.
Li gorî daxuyaniyê, di nav lîsteya navên namzetên dûrxistî de, namzetê PDK’ê yê Kerkûkê Kamîl Saleyî jî heye.
Di 19’ê tîrmehê de jî, Serokê Tîma Ragihandina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê Îmad Cemîl, eşkere kiribû ku 46 namzet ji namzetiya hilbijartinê hatine dûrxistin.