Bajarê El Faşer a li eyleta Darfûr a rojavayê Sûdanê, rastî êrîşekî ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lazgîn ve li ser kompa Ebû Şûk a penabaran hat.
Di encamê de, 40 kes hatin kuştin û 19 kesên din jî birîndar bûn.
Odeya Çalakiyan di daxuyaniyek fermî de got ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn, ji aliyê bakurê El Faşer ve derbasî kampê bûne û dest bi gulebaranê kirin, di encamê de, gelek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê diyar kir ku li bajarê El Faşerê di nav hefteyekê de, ji ber birçîbûnê herî kêm 63 kesan jiyana xwe ji dest dane.