Yekîtiya Ewrûpayê dixwaze kapasîteya xwe ya parastinê xurtir bike.
Ji bo vê, pêdiviya yekitiyê bi zêdekirina hilberîna çekan heye.
Lê belê qabîliyeta karkerên heyî têr nake ku hilberîn derkeve asteke bilind.
Loma Yekitiya Ewrûpayê biryar da ,bi sedhezaran karkeran ji nû ve perwerde bike.
Plana di vê babetê de ji aliyê komîserê Parastin û Fezayê Andrius Kubilius ve hat ragihandin.
Kubilius got, her sal wê ji % 12 karkerên sektora parastinê bên perwerdekirin.
Hejmara kesên wê bê perwerdekirin, heta sala 2030`î wê bigihîje 600 hezarî.