Putin û Kim Jong Un behsa civîn Trump kirin

Pyongyangê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di peywendiyeke telefonî de, soz dan ku hevkariya di navbera her du welatan de, xurt bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Bakur ragihand ku Kim û Putin soz dabûn ku wê peymana hevkariya stratejîk xurttir bikin, ku di sala 2024 an, di navbera her du welatan de, hatibû îmzekirin.

Kremlinê da zanîn ku Putin di çarçoveya hevdîtinên pêşerojê de, di navbera wî û Trump de agahî bi Kim Jong Un re parve kiriye.

Piştî destpêkirina şerê li Ûkraynayê di sibata 2022an de, peywendiyên di navbera Moskova û Pyongyangê de pir xurttir bûne.

Rêyeke hewayî ya bazirganî ya rasterast di navbera Moskova û Pyongyangê de di dawiya tîrmehê de ji nû ve hate vekirin, ku ev yek gaveke din ber bi xurtkirina hevkariyê ve ye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24