Beriya salekê du êrîşên sîber yên ji aliyê kesên nenas ve li dijî Denmarkê hatibû kirin.
Servîsa Îstîxbarata Parastinê ya Denmarkê (DDIS), vekolîna xwe ya derbarê van êrîşan de eşkere kir.
DDISê got, her du êrîşên sîber ji alîyê Rûsyayê ve hatiye kirin.
DDIS diyar kir ku êrîşa sîberî ya yekem, ji aliyê koma alîgirê Rûsyayê ya bi navê Z-Pentest, li dijî tesîseke avê hatiye kirin.
Êrîşa duyem jî berî hilbijartinên encumenên şaredarî û herêmî, li hemberê malperên li welêt pêk hatiye.
DDIS : Armanca Rûsyayê bêîstiqrarkirina welêt e
DDIS da xuyakirin ku armanca Rûsya ji van êrîşan ew e ku li welêt bêewlehiyê biafirîne û kesên ku piştgiriyê didin Ûkraynayê ceza bike.
Denmark destnîşan kir ku bi êrîşa beriya hilbijartinan pêk hat, Rûsya xwest ku bala raya giştî bikşîne ser xwe.
Kopenhagenê ragihand, rêzeêrîşên dronan ên li ser balafirgehên welêt û navendên leşkerî yên sereke, "êrîşek hîbrîd" in.
Rêvebirê DDIS, Thomas Ahrenkiel, tekez kir ku ev komên êrîşkar, alîgirê Rûsyayê ne û têkiliyên wan bi dewleta Rûsyayê re hene.