Çavkaniyê eşkere kir ku termê 17 kuştî û 25 birîndaran gihiştine nexweşxaneyê.
Ji ber şert û mercên ewlehiyê hin ji wan miriyan ji aliyê malbatên xwe ve hatine veşartin.
Koordînasyona Komîteyên Berxwedana El Faşer eşkere kir ku Hêzên piştgiriya Lezîgîn taxên sivîlan bombebaran kiriye.
Koordînasyonê êrîş bi tundî şermezar kir.
Odeya Awarte ya Kampa Ebû Şûkê jî ragihand kamp hat topbaran kirin û di encamê de agir bi kampê ket
Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji Gulana 2024an û vir ve El Faşer û kampên derdorê dorpêç kirine.
El Faşer tekane bajarê mezin ê li Darfûrê ye ku hîn jî li derveyî kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye.