Li Sûdanê di êrişên Hêzên Piştgiriya Lezgîn de 7 kes hatin kuştin

Di encama bombebarana Hêzên Piştgiriya Lezgîn li ser avahiya Koleja Endezyariyê de 5 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Piştgirya Lezgîn bi dronên şer êrîşî cihên leşkerî yên artêşa Sûdanê kirin.

Di encama êrîşan de, 7 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Deverên ku êrîş li ser hatin kirin; Herêma Ad Babiker a li rojhilatê Xartûmê, bajarê Ad Dabba li Dewleta Bakur û Kadugli li Kordofana Başûr e.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn li herêma Ad Dabba, bi dronekê avahiya Koleja Endezyariyê ya artêşa Sûdanê hedef girt.

Di encama vê êrîşê de, 5 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Serokê komîteya ewlehiya herêmî ya Dabbayê, Mihemed Sabir Kaşkaş, êrîş wekî "êrîşeke terorîstî" bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye