Di civînê de Serokê Buroya Têkiliyan Derbaz Kosret Resûl û Şalaw Kosret Resûl jî amede bûn.
Mijara sereke ya civînê, avakirina kabîneya nû ya hikûmetê û hilbijartin bû.
Her wiha tekezî li ser pêşxistina têkiliyên dîrokî yên di navbera her du aliyan de hate kirin.
Bafil Talebanî da zanîn ku wan hertim piştgirî dane ji bo avakirina hikûmetek xurt, dadperwer û xizmetguzariyê û got: "Tiştên ku gelê me dane, pêwiste di hikûmeta ku bê avakirin de jî were xuya kirin."
Talebanî got:" Fikara me li Bexdayê fikara gelê Kurd e, ji ber vê yekê hêza YNK li Bexdayê hêza helwesta Kurd e û mafên rewa yên gelê me diparêze."