Li gundê Emerka yê bi ser navçeya Farqîna Amedê ve Şahiya Mirazan hate lidarxistin.
Ev şahî her sal sê rojan berdewam dike.
Ji 27’ê Adarê dest pê dike û 29’ê Adarê bi dawî dibe.
Bi sedan sal e ev şahî ji aliyê xelkê herêmê ve li Herêma Badikan tê lidarxistin.
Şahiya îsal ji aliyê Şaredariya Farqînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate lidarxistin.
Bi sedan welatî tev li şahiyê bûn. Li cihê şahiyê Ziyareta Şêx Measê Cembelî (Kurê Pîrê) heye û di van rojên şahiyê de serdana gorê wî tê kirin û dua û fatîha tên xwendin.
Her wiha ev şahî û serdana gorê wek şahiya mirazan jî tê zanîn. Kî tê şahiyê serdana gorê dike û ji Şêx Meas mirazên xwe dikin.
Gelek etarok hatibûn cihê şahiyê û standên xwe danîn û ji xwarinê bigire heta xişr û mişran tişt hatin firotan.
Hevşaredarên Farqînê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen, Seroka Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş, endamên Meclîsa Şaredariya Farqînê û bi sedan welatî di şahiyê de amade bûn.
Şahiyê bi dîwana dengbêjan dest pê kir. Dengbêjan stiran gotin û li derdorê dengê stiranan olan da. Her wiha helbest jî hatin gotin.
Piştî şahiya dengbêjan welatiyên gundên herêmê hespên rewan bezandin û ketin pêşbaziyê.
Di pêşbaziyê de sê hespên rewan bi ser ketin. Dema siwarên hespên rewan dan çargaviyan welatiyan bi baldarî lê temaşe kir.