Li Idlib, Reqa û Dêrazorê alîgirên DAIŞ'ê daxwaza xîlafeteke Îslamî kirin

Îro li Idlib, Reqa û Dêrazorê koma bi navê Ehrar Al-Şam piştî nimêja Înê derketin xwepêşandanan. Ev kom weke şaxên DAIŞ'ê ne û bi navê Îslamê daxwaza avakirina xîlafeteke Îslamî kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî hatina Ehmed Şera serokê Sûriyê, gelek alozî û tevlihevî li bajarên Ereban derdikevin.

 

Li Idlib, Reqa û Dêrazorê kom derdikevin xwepêşandanan û daxwaza xîlafeteke Îslamî dikin.

 

Ev kom weke şaxên DAIŞ'ê ne û bi navê Îslamê bang dikin û li dijî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê radibin.

 

Li pêşiya mizgeftan îro kom derketin û gotin ku ew xwediyê Sûriyê ne û hêviya wan Sûriyeke Îslamî ye.

 

Her wiha sloganên ku digotin wiha bûn: gel dixwaze desthilatdarî bi şerîata xwedê pêk were û welêt birêve bibe.

 

DAIŞ'ê ango bi zimanê Ingilîzî (Islamic State of Iraq and Syria) bi awayekî fermî di sala 2013'an de derket holê.

 

Komên bingehîn bi navê Al-Qaida li Îraqê hatine damezrandin û piştre li Sûriyê belav bûn.

 

Koma DAIŞ'ê bi navê Dewleta Îslamî rabû.

 

Di sala 2013'an de, navê xwe ji Al-Qaida guhert û kir Dewleta Îslamî li Îraq û Sûriyê (DAIŞ) ango ISIS.

 

Tevî ku DAIŞ'ê di 2013'an de bi navê xwe yê nû derket, lê bingehê wê ji sala 2004'an ve heye.

 

Hêjayî bîrxistinê ye, DAIŞ'ê di sala 2013 û 2014'an de bi awayekî fermî li du welatan derket (Îraq û Sûriye) û bi hêz bûn.

 

Lê di sala 2017 û 2019'an, li ser destê hêzên navxweyî weke hêzên Koalisyonê û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê li Sûriyê têkçûn.

 

Niha li Sûriyê xeteriya DAIŞ'ê zêdebûye, wekî şax careke din zindî dibe.

 

DAIŞ niha wek komên veşartî dixebite, ne wekî dewlet.

 

Her wiha DAIŞ di Îraq û Sûriyê de hîn jî heye, lê kontrola wê li ser erdê kême û hewildanên wan hîn jî hene.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye