Ji Adara sala 2023`an û vir ve, ji ber nakokiyên yasayî di navbera Bexda û Enqereyê de, hinardekirina petrola Îraqê bi rêya boriya Başûrê Kurdistanê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê hatibû rawestandin.
Ji ber metirsiya aloziyên li Tengava Hurmizê, Îraqê bi planeke awarte ligel Tirkiye û Sûriyê ket nav rêyên nû yên alternatîf ji bo firotina petrola xwe.
Îro Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî, li ser mijarê ligel Wezareta Petrolê derbarê hinartina petrolê di rêya Başûrê Kurdistanê de civînek li dar xist.
Elî Falih Zeydî, daxwaz kir ku hinardekirina petrolê bi rêya Başûrê Kurdistanê zû dest pê bike.
Ev biryar wekî planeke awarte tê dîtin, da ku di dema qeyranan de yan jî egera girtina tengava Hurmizê, Îraq rûbirûyî qeyrana darayî nebe.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê jî Basim Mihemed Xuzeyr, ev rêkeftina di navbera Bexda û Hewlêrê de, weke "destkeftiyeke mezin" bi nav kir ku dê berjewendiyên niştimanî biparêze.
Her wiha Basim Mihemed Xuzeyr ragihand ku Îraq dê heta sala 2029`an şewitandina gaza ku bi petrolê re derdikeve bi temamî rawestîne.
Ji bo serkeftina projeyên mîna 'Şems El-Basra' jî, daxwaza budçeyeke 5 salî ya sabît hate kirin.
Ji bo dabînkirina rêyên alternatîf ên bejayî, Wezareta Derve ya Îraqê bi welatên cîran re di hevahengiyeke berdewam de ye.