Artêşa Îsraîlê herêma Remadiyê bombebaran kir.
Dezgehên ragihandinê yên Libnanê eşkere kirin ku derdora bajarokên Cebel Batûm, Siddiqîn, Zibqîn û Kefar ên li başûr, bûn armanca êrîşan.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşê de 4 kes hatine kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Duh jî wezaretê ragihand ku di êrîşeke asmanî ya Îsraîlê de, li herêma El-Cenahê ya Beyrûtê 7 kes hatine kuştin û 26 jî birîndar bûn.
Rapora Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê diyar kir ku hejmara giştî ya kuştiyan ji ber topbarana Îsraîlê di navbera 2'yê Adarê û 1'ê Nîsanê de gihîştiye hezar û 318 kesan û 3 hezar 935 kes jî birîndar bûne.