Ayşegul Dogan: Divê şert û mercên xebat û jiyanê yên birêz Ocalan bên başkirin

Ayşegul Dogan diyar kir ku hewceye şert û mercên xebat û jiyanê yên Abdullah Ocalan li gorî ruhê pêvajoyê bên başkirin û da zanîn ku ev yek dê pêşiya pêvajoyê jî veke.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiyê geşedanên di rojevê de nirxandin.

 

Ayşegul Doganê, diyar kir ku yek ji mijara ku ew li ser disekinin jî başkirina şert û mercên xebat û jiyanê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî:

 

"Divê ev şert û merc li gorî ruhê pêvajoyê bên başkirin. Pêşketina pêvajoyê hewcehiya xwe bi vê heye. Ev rewş dê bike ku pêşiya pêvajoyê vebe.

 

Dema bêyî navbeynkar hebin karîbû yekser bi xwe bersiva pirsan bide, ev yek dê bandoreke mezin bike."

 

"Hewceye ku rê were vekirin"

 

Di berdewamê de Ayşegul Doganê destnîşan kir ku nêzikatiya li hemberî Abdullah Ocalan nêzikatiya li hemberî gelê Kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe:

 

 

“Piştî hevdîtinan, bi raya giştî re agahî tên parvekirin.

 

Birêz Ocalan ev pêvajo di nava şertên bisînor de gihand vê qonaxê.

 

Lêbelê heke şert û mercên wî yên xebatê başbûna, dê ji bo çareseriya demokratîk û aştiya Tirkiyê pêşketineke mezintir çêbûya.

 

Lewma em dibêjin hewceye ev rê were vekirin û ne tenê rojnameger lê akademîsyen, parastvanên mafan, partiyên siyasî, rûspiyên civakê û êdî kî bixwaze biçe divê bikarin biçin serdanê."

 

"Muxalefet dikare di vê qonaxê de berpirsyariyên cidî li xwe bigire"

 

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Doganê îşaret bi helwesta partiya muxalefeta sereke kir û got:

 

“Li gorî me partiya sereke ya muxalefetê dikare di vê qonaxê de berpirsyartiyên cidî li xwe bigire. 

 

Daxwaza me ya esasî ya di vê qonaxê de ew e ku partiyên muxalefetê piştgiriyê bidin pêvajoya ku rêyên demokratîkbûnê vedikin û çareseriyeke adilane û mayinde ya demokratîk a pirsgirêka Kurd.

 

Bendewariya me ya ji muxalefetê; hewldan û bizaveke ji bo peydakirina çareseriyên pirsgirêkên welat, hevkariya di demokratîkbûna welat de ye.

 

Em, bangên Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ên ji bo hilbijartinê baş fêm dikin. Ji ber ku em jî rastî heman miameleyan hatin û hêj niha jî didomin.”

 

Ayşegul Doganê herî dawî jî got hewceye têkildarî verastekirinên zagonî demildest gav bên avêtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye