Endamê Konseya Hevserokatiya PYD`ê Salih Muslim têkildarî geşedanên li Suriyeyê û pilanên li ser Reveberiya xweser tên meşandin nirxand kirin.
Muslim destnîşan kir ku li Suriyeyê Pergala ew esas digrin ne navendîbûne û got: "Ji bo çareseriya Suriyeyê divê ji destpêkê de Destura bingehîn were nîqaşkirin."
Muslim balkişand ser lîstokên bi destê Hikumeta Veguhêz a Suriyeyê ku li ser Reveberiya Xweser didin meşandin û got: “Serokê Hikumeta veguhêz ji bo rewabûnê bide wî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dan axaftin, armanca wan ew e ku hikumeta Veguhêz bi vî rengî xurt û rewa bikin.
Salih Muslim: Bi rêya Tirkiyê zextê li ser rêveberiya xweser dikin
Muslim tekildarî planên dewleta Tirk jî wiha got:“Bi rêya Tirkiyeyê jî timî zextê li me dikin, hewl didin me bixapînin Dewleta Tirk timî gefan dixwe piştre jî bi çeteyên DAÎŞ'ê dest bi êrîşan dikin.
Amerîka û welatên din jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û naxwazin Tirkiyeyê aciz bikin. Armanca wan ew e ku em paşve gavê biavêjin lê belê em ê li hemberî van hemû tehdît û êrîşan li ber xwe bidin."
Salih Muslim: dixwazin li Rojava şer bidin destpêkirin
Salih Muslim bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyê tê meşandin û wiha domand:“ Aştî eger wê bibe divê li her derê bibe ji ber vê yekê hinek dixwazin pêvajoya li Bakur têk bibin, lewma mijara Rojava sor dikin dixwazin li vir şer bidin destpêkirin.
Tirkiye, hikumeta Colanî ji xwe re weke firsendekê dibîne û dixwaze bi vî rengî li Sûriyeyê ji xwe re cihekî çêbike bi Îsraîlê re di nava rewşeke bi vî rengî ya bidestxistina cihekî de ye, ji ber vê jî em neçar in ku tedbîrên xwe werbigirin.”
Salih Muslim: Destura bingehîn a Sûriyeyê divê mafê hemû pêkhateyan nas bike
Li ser çareseriyeke mayinde ya li Sûriyeyê Salih Muslim got: “Divê di destûra bingehîn de mafên jiyana hemû çand, ziman û pêkhateyan bê qebûlkirin. Rêyeke çareseriyê ew e ku sîstema me ya ku li herêmên xweser hatiye avakirin were naskirin.
Qanûnên hilbijartinê û qanûnên partiyan teqez divê di destûra bingehîn de hebin. Elewî, Durzî, Êzidî, Suryanî, hem meseleya ol hem jî meseleya etnîsîteyê ne, nenavendîbûn pergaleke guncaw e ku dikare bê qebûlkirin. Lê belê li ser vê yekê divê mirov bi rengekî cidî rûnin û nîqaş bikin.”