Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, îro di 15'ê nîsanê de, êrîşek li ser Kampa Dîgla ya li parêzgeha Hewlêrê, pêk hat.
Hate ragihandin ku ev êrîş di seetên piştî nîvro de, bi rêya balafireke bê mirov pêk hat û di encamê de tenê zirarên madî derketin.
Di Kampa Dîgla de, malbatên (jin û zarokan) Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê PDK-Î têne bicihkirin.
Duh jî, êrîşeke bi dronan li ser Kampa Sûrdaşê ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li parêzgeha Silêmaniyê pêk hat û di encamê de endameke hêzên Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û du endam birîndar bûne.
Ji aliyekî din ve, Dezgeha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku duh di saet 17:00'an de du balafirên bêmirov ên tijî bombe ku ji axa Îranê ber bi Parêzgeha Hewlêrê ve hatibûn avêtin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine têkbirin û xistin.
Ev êrîş di demekê de tên ku agirbest di navbera Amerîka û Îranê de hatiye ragihandin, lê tevî vê yekê jî, dewleta Îranê êrîşên xwe bi temamî ranewestandiye.