`Çareseriya Sûriyê Pergala Federal e`

Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk encamnameya Konferansa girîngiya Yekîtiya Kurd a li Agiriyê hatî lidarxistin bi daxuyaniyekî eşkere kir. Daxuyaniyî li ber tirba Ehmedê Xanî hat dayîn. Di daxwiyaniyê de bang li partiyên siyasî yên Kurd, rêxistinên civakî yên sivîl û rûspiyan hat kirin ku di bin sîwana Yekitiya Neteweyî de bibin yek. Her wiha bang hate kirin ku divê Tirkiye gavên hiqûqî û siyasî bavêje.

reset font size increase font size

Konferansa girîngiya Yekîtiya Kurd, ya nûner û berpirsên gelek partiyên Kurd têde amede bûn, encamnameya wê ji aliyê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve bi daxuiyaniyekî, li ber tirba Ehmedê Xanî hat dayîn.

Di ncamnameyê de, hat ragihandin ku pêşketinên siyasî û civakî yên li Sûriyeyê pêk hatine li ber tevahiya Rojhilata Navîn sekneke nû vekiriye û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derfetên nû derketine holê. 

Her wiha di encamnameyê de, komkujiyên li dijî gelê Durzî û civaka Elewî weke gefxwarinê hat nirxandin û hat gotin ku di Sûriyeyê de gelek nasname, çand û bawerî hene û çareserî sîstema xwerêveberiya demokratîk-federal e.

'GELÊ KURD DI ROJHILATA NAVÎN DE AKTOREKÎ GIRÎNG E' 
 
Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku ev rewşa nû ya li Rojhilata Navîn ji bo tevahiya gelê Kurd pêvajoyeke nû temsîl dike û wiha hat gotin: 

"Tespît hatiye kirin ku gelê Kurd ji aliyê siyasî, leşkerî, rêxistinî û paradîgmayî ve di pêvajoya ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de aktorekî girîng e. 

Gelê Kurd di pêşketina pêvajoyê de xwedî roleke diyarker e. 

Geşedanên sosyo-polîtîk ên li Rojhilata Navîn û çar parçeyên Tirkiyê û Kurdistanê pêdiviya yekitiya netewî zêdetir kiriye. Gelê Kurd bi konferansa ku li dar xistine re bersiv daye vê pêwîstiyê."
 
`BANGÊ ATMOSFEREKE ERÊNÎ AFIRANDIYE`

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku banga Aştî û Civaka Demokratîk atmosfereke erenî afirandiye û ev nirxandin hate kirin: 

``Bangê der barê mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê de hêvî zêde kiriye û atmosfereke siyasî ya erênî afirandiye.

Ji bo serkeftina vê pirojeyê berpirsyarî dikeve ser milê hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, derdorên akademîk, rûspiyan, jin û ciwanan ên li Tirkiye û Kurdistanê.

Divê jin û ciwan di vê pêvajoyê de bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin`` 

DIVÊ TIRKIYE GAVÊN SIYASÎ Û HIQÛQÎ BAVÊJE
  
Di dawiya encamnameyê de hate gotin ku PKK bi fesixkirina xwe û şewtiandina çekan de, rola ketî ser milê xwe kir û rê li ber pêvajoya aştiyê vekir, divê êdî dewleta Tirk jî gavên siyasî û hiqûqî bavêjin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24