Ev turnovaya ji aliyê Şaredariya Binarê Qendîlê ve hatiye amadekirin û her şevê du tîm dilîzin.
Turnovayê, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Hevşaredara Binarê Qendîlê Serwîn Celal bal kişand ku ev turnova li ser navê Şehîd Agir Serhildan hatiye destpêkirin û da zanîn ku werzîş ne tenê lîstike, ew amûreke xurtkirina têkiliyên civakî ye.
Hevşaredar Dilşad Îbrahîm, diyar kir ku berî turnova destpê bike, ew qada lîstinê nûjen dikin û ji bo lîstinê amade dikin.
Şehîd Agir Serhildan 15’ê Adara 1997’an li bajarê Mihabad ya Rojhilata Kurdistanê hatiye dinê, sala 2019’an tevlî nava refên gerîla dibe. 7’ê Çileya 2025’an dema li ser erka xwe bû di encama qezayeke trafîkê de şehîd dibe.