Li Dijî QSD Û Rêveberiya Xweser Hewildanên Tevliheviyê

Hin alî li dijî Rêveberiya Xweser û QSDê bi destê dewela Tirk, DAŞ û eşîran di nav hewildanên tevliheviyê de ne. QSDê da zanîn li herêmên wan êrîşên çeteyên DAIŞê zêdetir bûne Dîsa Eşêrên Ereb daxuyaniya ku li ser navê wan li dijî QSDê hatibû dayîn red kirin û gotin: `Em bang li kesên birûmet ên herêmê dikin ku li dijî daxwazên fitneyê haydar bin.`

reset font size increase font size

Li dijî Rêveberiya Xweser, QSD hin aliyên weke Tirkiyê bi êrîşan, bi rêka şaneyên DAIŞê û bi fitneyê taîfî û eşîrî dixwazin li herêmê tevlihêviyê derxînin.

Taybet jî di demeke ku li Tirkiyê behsa çareseriyeke siyasî tê kirin de dewleta Tirk careke din li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûrî dest bi êrîşan kir.

Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê êvara Yekşemê demjimêr 17:00 dora Bendava Tişrînê û herêmên niştecihên sivîl topbaran kirin.

Lê agahiyên di derbarê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin. 

Hemwextî vê îrîşê QSDê derbarê êrîş û livûtevgera şaneyên DAIŞê de daxuyaniyek da.

ÊRÎŞÊN DAIŞ LI HERÊMA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ZÊDE BÛNE
https://hawarnews.com/ar/126279

Li gorî daxuyaniyên QSDê, ji destpêka vê salê ve, 114 êrîşên DAIŞê li Dêra Zorê hatine tomarkirin, di nav wan de kemîn, bombekirin û êrîşên rasterast ên li ser xalên kontrolê û wesayîtên leşkerî hene.

Êrîşa herî dawî roja Şemiyê ya borî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hate ragihandin, dema ku sê baregehên wan û yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê Dêra Zorê hatin hedefgirtin.

Di encamê de şervanek şehîd bû û yên din birîndar bûn.

QSDê dazanîn ku Çeteyên DAIŞ'ê ji destpêka salê ve zêdetirî sed êrîş li bajarê Dêra Zorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne.

 Di encamê de 22 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)ê, 9 sivîl kuştine û bi dehan jî birîndar kirine.

EŞÎRÊN REQA Û DÊRA ZORÊ: EM PIŞTGIRIYA QSDÊ DIKIN

Li gel êrîşên dewleta Tirk û yên çeteyên DAIŞê, di 26ê Tîrmeha 2025an de, daxuyaniyek li ser navê 133 êl û eşîrên Ereb ên Sûriyeyê hatibû belavkirin.

Di vê daxuyaniyê de dihat îdeakirin ku ev 133 eşîr gef li QSDê xwarine û daxwaza derketina QSDê ji Dêrezor, Reqa û Hesekê kirine.

Eşîrên weke Efadle, Igêdat, Şiêtat, Cibûr, Beggare, Elbûxabûr, Icêl, Fedan, Haşim, Elbû Şeiban, Elbûnasir û Serdiye ku navê wan di lîsteyê de hebûn bi daxuyaniyeke gotin ev daxuyanî sexte ye.

Eşîran li dijî hewildanên tevliheviyê ev bang kirin:

`` Em vê daxuyaniya sexte red dikin û bang li kesên birûmet ên herêmê dikin ku li dijî daxwazên fitneyê haydar bin.

Ev daxuyaniya sexte yekîtiya civakan û aramiya navçeyên me dike armanc. Em careke din teqez dikin ku li gel hêza xwe QSDê ne.`` 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24