Hate ragihandin vê siharê hêzên Hikûmeta Vegûhez ya Sûryeyê, li hemberî gundên Siweydayê bi dronên xwekujiyê yên bi navê ‘’Baz’’ êrîş pêk anîn e.
Milîsên Durzî bi çekên biçûk bersiv dan van êrîşan û hin dronên êrîşan bêbandor kirin.
Her wiha dronek kete destê Durziyan.
Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûryê di 13’ê Tîrmehê de bi piştgiriya hin kesên bi navê eşîrên Ereb û bedewî li dijî civaka Durzî komkujî pêkanîn. Tevî agirbest hatiye ragihandin jî êrîşên xwe didomîne.