Li gorî Navendê, keştiyek dema ku ji Tengava Hurmizê derdiket, ji hêla mûşekeke nenas ve hatiye armanckirin.
Mûşek li odeya motorê keştiyê ketiye û endamekî ekîbê birîndar kiriye.
Her wiha Parastina Beravên Umanê jî alîkariya endamên mayî yên ekîbê kir.
Navendê nivîsand ku heta niha ji ber êrîşê ti pirsgirêkên jîngehî nehatine ragihandin û rayedarên têkildar li ser bûyerê lêkolîn dikin.
Wekî tedbîr jî, Navenda Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ji keştiyan xwest ku dema di tengavê re derbas dibin, baldar bin û her çalakiyeke gumanbar ragihînin.