Rûsya: Me 971 dronên Ûkraynayê anîn xwarê

Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrîş berdewam dikin. Medyaya Rûsyayê destnîşan kir ku pergalên parastina asmanî yên Rûsyayê 791 dronên Ûkraynayê, di nav de 180 dron li ser Moskovayê, anîn xwarê. Di heman demê de, Rûsyayê hişyarî da Îngilistanê ku dronan nede Ûkraynayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rageşiyên di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam in. Medyaya Rûsyayê ragihand ku pergalên parastina asmanî yên Rûsyayê şeva borî li ser çend herêmên Rûsyayê 791 dronên Ûkraynayê anîn xwarê.

Her wiha di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hat weşandin, wiha hat gotin:

"Di şeva borî de, hêza me ya parastina asmanî 791 dronên Ûkraynayê anîn xwarê."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê a Rûsyayê dronên Ûkraynayê li ser 14 herêm, Nîvgirava Qirimê, Deryaya Reş û Deryaya Azovê hatin xistin.

180 dronên Ûkraynayê li ser Moskovayê hatin xistin

Ji aliyê xwe ve, Şaredarê Moskovayê Sergei Sobyanin got ku di navbera êvara duşemê û sibeha sêşemê de 620 dronên Ûkraynayê ber bi Moskovayê ve firîn.

Li gorî Ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASS`ê jî, 180 dronên Ûkraynayê li ser paytexta Rûsyayê Moskovayê hatin xistin.

Rûsyayê hişyarî da Îngilistanê ku dronan nede Ûkraynayê

Ji aliyekî din ve, Rûsyayê hişyarî da Îngilistanê ku dronan nede Ûkraynayê.

Rûsyayê da zanîn ku Ûkrayna dikare van dronan bi kar bîne, da ku êrîşî armancên di nav axa Rûsyayê de bike.

Hişyariya Balyozxaneya Rûsyayê li Londonê weke bersivek ji raporeke rojnameya The Times a roja şemiyê hat.

Di rapora rojnameya The Times de hatibû gotin ku dronên çêkirî yên Îngilistanê cara yekem di êrîşên dûr-avêj de li dijî Rûsyayê hatin bikaranîn.

Her wiha Îngilistanê di meha hezîranê de ragihand ku ew ê heta dawiya sala 2026’an 150 hezar dronan bişîne Ûkraynayê, wekî beşek ji pakêta fînansmanê ya 996 milyon dolarî.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye