Rûsya çareseriyeke nêzîk bi Ûkraynayê re nabîne û rexneyan li Ewropayê kir

Moskowê ragihand ku di dema nêzîk de çareseriyeke siyasî ji bo şerê Ûkraynayê xuya nake û welatên Ewropî tawanbar kirin ku bi piştgiriya xwe ya leşkerî agirê şer gur dikin û rê li ber aştiyê digirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyeke fermî de bal kişand ser peywendiyên xwe yên bi welatên Ewropî re û rewşa dawî ya şerê li Ûkraynayê. Moskow diyar dike ku daxwazên wan ên ewlehiyê ji aliyê Rojava ve nayên qebûlkirin, ji ber vê yekê hîn şert û mercên peymaneke aştiyê ya nêzîk ava nebûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ewropa bi şandina çekan nabe alîkarê çareseriyê, lê belê krîzê kûrtir dike. Rûsyayê dubare kir ku ew tenê li pey agirbesteke demkî nînin, lê daxwaza çareseriyeke bingehîn û berfireh dikin ku berjewendiyên wan ên stratejîk biparêze.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye