Di êrîşeke artêşa Nîjeryayê de 56 sivîl hatin kuştin

Artêşa Nîjeryayê, bi şaştî êrîşeke ezmanî pêk aniye û tê de 56 sivîl hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Medyaya Nîjeryayê, ragihandin ku artêşa wî welatî bi şaştî bi êrîşeke azmanî bazara Jililiyê kir armanc.

Ev bazar li ser sînorê her du parêzgehên Yobe û Bornoyê ye.

Li gorî jêderê, di êrîşê de 56 sivîl hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihnadin ku di rastiyê de armanca wê operasyona leşkerî û êrîşa asmanî endamên Boko Heramê bûn.

Lê artêşê bi şaştî li şûna çekdaran, bazareke sivîlan bombebaran kir.

Şêwirmendê Taybet ê Kar û Barên Ewlehiyê yê Parêzgarê Yobeyê Abdulsalam Dahiru got ku piştî bûyerê hêzên ewlehiyê çûne herêmê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye