CENTCOM'ê: Dorpêça Tengava Hurmizê îro dest pê dike

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM)`ê, ragihand ku wê 13`ê nîsanê dorpêça li ser Tengava Hurmizê sibeha duşemê dest pê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

CENTCOM'ê, ragihand ku trafîka deryayî ya ku dikevin bendergehên Îranê û jê derdikevin wê hemû bêne dorpêçkirin.

Dorpêç, di saet 17:00`an de, dest pê dike.

Her wiha Kendava Ereb û hemû bendergehên Îranê yên ku li Kendava Ûmmanê ne, wê bikevin ber vê dorpêçê.

CENTCOM'ê, diyar kir ku dorpêç wê bi rengekî "bêalî" ji bo hemû keştiyên hemû welatan derbas bibe.

Ji bilî keştiyên ji bendergehên Îranê wê dest li ti keştiyan neyê werdan ku ji Tengava Hurmizê derbas bibin.

Serokê DYA'yê Donald Trump piştî ku hevdîtinên Îran û DYA'yê yên li Pakistanê bê encam man, plana dorpêçkirina rêya deryayî ya stratejîk xistibû rojevê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye