Kurdên li Belçîkayê û pêkhateyên Meclîsê ji bo meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li Kolnê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku ji bo Rojhilateke aram divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû gelên li Belçîkayê û gelên Kurd ê li Ewropayê hat kirin ku tevlî meşa 8'ê Mijdarê bibin.
Di heman demê de KON-MED ji bo tevlîbûna meşa Kolnê bi dehan bajaran otubus organîze kirin.
KON-MED’ê da zanîn ku ji pirsgirêka Kurd re peydakirina çareseriya mayînde, demokratîk û hiqûqî ne tenê ji bo gelê Kurd girînge, lê ji bo pêşeroja hevpar a hemû gelên li herêmê gelekî girîng e.