Li Malî êrîşeke berfireh ji aliyê koma çekdar a girêdayî ElQaîdeyê ya bi navê Nusret el-Îslam wa el-Muslimîn li dijî navendên Artêş û Hikûmetê hatiye destpêkirin.
Artêşa Malî: Rewş di bin kontrolê de ye
Artêşa Malîyê navê "komên terorîst" li komên êrîşkar kir û got rewşa paytexta Malî, Bamako û bajarên din di bin kontrolê de ye.
Li deverên cuda yên Maliyê, di nav de bajarê Kati yê nêzîkî Bamako, dengê teqînan hat bihîstin.
Ji aliyê din ve, Balyozxaneya Amerîkî li Malîyê got:
"Em raporên teqîn û gulebaranê yên li nêzîkî balafirgeha Kati û Bamako dişopînin û divê Amerîkî xwe biparêzin."
Sala borî jî komên cîhadîst hewl dan ku bi qutkirina sotemeniyê, paytextê felc bikin.
Fermandarên artêşê Malî bi rê ve dibin
Malî ji deh salan zêdetire rastî êrîşên komên cîhadîst ên girêdayî Qaîde û DAIŞê ve tê.
Malî ji aliyê fermandarên leşkerî ve tê birêvebirin, piştî du darbeyên leşkerî yên di salên 2020 û 2021an de desthilatdarî girtine destê xwe.
Desthilata leşkerî ya Maliyê xwe ji Fransa û hejmarek hevkarên Rojavayî dûr xistiye.
Rûsya piştgiriya desthilata leşkerî ya Malî dike
Weke ku çawa Nîjer û Burkina Faso ji hêla encumenên leşkerî ve têne rêvebirin, wan jî tercîh kir ku ji hêla siyasî û leşkerî ve xwe nêzîkî Rûsyayê bikin.
Grûpa Wagner, ji sala 2021an vir û ve piştgirîya rayedarên Malî dikir, di Hezîrana 2025an de dawî li mîsyona xwe anî û veguherî hêzeke ku rasterast ji hêla Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve tê kontrolkirin.
Malî welatekî Afrîkî ye ku xwedî dîrokeke dirêj û cihekî erdnîgarî yê bêhempa ye, piraniya welatiyên Malî li jêr hêla hejariyê jiyana xwe dibin serî, lê welatê wan yek ji kaniyên zêr û uranyomê ye.