Amerîka ji bo bidawîkirina şerê Îsraîl û Libnanê di nava hewldanan de ye

Tevî ku operosyonên Îsraîlê li Libnanê li dijî Hizbullahê berdewam in jî, lê rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump hewldanên ji bo gihaştina rêkeftinekê di navbera her du welatan de didomîne. Her wiha serokê Libnanê Cozêf Ewn ragihand ku ji bo destpêkirina dan û standinên bi Îsraîlê re, welatê wî li benda destnîşankirina dîrokekê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di demekê de ku artêşa Îsraîlê, tevî agirbestê jî, operasyonên xwe yên hewayî û bejayî li Libnanê li dijî Hizbullahê didomîne, rayedarên rêveberiya Amerîkayê duh eşkere kirin ku Waşingtonê ji Îsraîlê xwestiye ku xwe ragire, da ku rê li ber rêyên dîplomatîk veke.

Her wiha karbidestan diyar kirin ku Hizbullah hewl dide bi rêya derxistina aloziyan peymanê têk bibe.

Tevî ku aloziya di navbera serokatiya Libnanê û Hizbullahê de zêde dibe, lê her du alî tawanan pev diguhêrin.

Hat ragihandin ku Waşington ji bo rêyeke siyasî ya nû dixebite ku tê de hewldanên ji bo xurtkirina artêşa Libnanî jî hene.

Di heman demê de, rêveberiya Amerîkayê dixwaze lûtkeyeke sêalî li dar bixe ku serokê Amerîkayê Donald Trump, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û serokkomarê Libnanê Cozêf Ewn tê de bicivin.

Lê belê, ev yek bi pêşketinên meydanî û siyasî ve girêdayî ye ku hîn çênebûne, ji ber ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li ser erda Libnanê berdewam in.

Di heman çarçoveyê de, serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de ji Axiosê re got ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ew ji pêwîstiya zêdekirina hejmara operasyonên leşkerî yên li dijî Hizbullahê agahdar kiriye.

Di hevpeyvînê de, Trump diyar kir ku ew vê hefteyê rojane bi Netanyahu re di nava têkiliyê de bû û wiha got:

Netanyahu ji min re tekez kir ku pêdivî heye çarçoveya bersiva leşkerî ya li dijî Hizbullahê berfirehtir bibe.

“Min ji Netanyahu re got ku divê bersiv bêtir bi baldarî be, bê ku avahiyan hilweşîne, ji ber ku ev yek ziyanê dide wêneya Îsraîlê.”

Cozef Ewn: Libnan li benda destnîşankirina dîroka dan û standinên bi Îsraîlê re ye

Herî dawî jî, serokê Libnanê Cozêf Ewn ragihand ku ji bo destpêkirina dan û standinên bi Îsraîlê re, welatê wî li benda destnîşankirina dîrokekê ye.

Cozêf Ewn anî ziman ku tekane çareseriya ji bo misogerkirina aramiyê, dan û standin û belavkirina artêşa Libnanê li başûr e, ji ber ku ev yek garantiya bingehîn a parastina sînoran û pêşîgirtina li aloziyan e.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye