Sasan Azadwar lîstikvanê Karatê yê bi temen 21 salî ye û ji Îsfahana Îranê ye.
Di meha çileyê de hatibû girtin û li girtîgeha Destgerd a Îsfahanê dima.
Her wiha Sasan xwedî dîrokeke serketinê di pêşbirkên parêzgeha Îsfahanê de bû.
Dadgeha Îsfehanê sûcdariyên li dijî Sasan Azadwar wekî "hevkariya bi dijmin re, teşwîqkirina mirovan ji bo şer û kuştina hev û derxistina nearamiyê û kaosê li welêt" bi nav kir.
Piştî destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê, desthilata dadweriyê hejmarek ji girtiyên xwepêşandanên çileyê bi dar ve kir.