Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Sûriye û Îraqê Tom Barrack, derbarê paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de daxuyaniyên pir girîng dan. Barrack eşkere kir ku b entegrebûna QSD'ê di nav Artêşa Sûriyeyê de rûdaneke dîrokî ye.
Plana Trump û Sûriyeya yekgirtî
Barrack li ser hesabê xwe yê tora civakî X'ê diyar kir ku plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo Rojhilata Navîn bi serkeftî berdewam dike. Wî destnîşan kir ku hevalbendên wan ê herêmî ber bi çarçoveyeke niştimanî ve gavan davêje û êdî Sûriyeyeke yekgirtî ji bo hemû pêkhateyan tê avakirin.
Li gorî daxuyaniyê, tevlêbûna rêxistinkirî ya QSD'ê di nava saziyên Sûriyeyê de, dabeşbûna berê veguherandiye hevbeşiyeke hertimî.
"Ti serketî û binketî nînin"
Nûnerê Amerîkayê bal kişand ser wekheviya vê pêvajoyê û got: "Di vê entegrasyona rasteqîn de ti serketî û binketî nînin. Cudahiya duh, îro bûye amûreke hevpar û çareseriyeke dîplomatîk ji bo bihêzkirina serweriya gelê Sûriyeyê." Barrack tekez kir ku ev gav dê bibe sedema avakirina yek artêş, yek hikûmet û yek dewletê.
Zimanê Kurdî Û rola serkirdeyan hatiye misogerkirin
Di berdewamiya daxuyaniyê de, girîngiyeke mezin bera mafên Kurdan hat dayîn. Hat ragihandin ku qebûlkirina zimanê Kurdî rola bingehîn a Kurdan li Sûriyeyê misoger dike. Her wiha hat diyarkirin ku rola serkirdeyên wekî Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di nava hikûmeta nû de hatiye parastin. Barrack ev biryar wekî rêzgirtineke şayeste ya ji bo qurbaniyên Kurdan û rola wan a di avakirina aramiya herêmê de nirxand.