Di çarçoveya gera 9'an de ji lîga yekem a Tirkiyê duh Wanspor û Bandirmaspor hatin beramberî hev.
Maça di navbera herdu tîman de li stadyuma Beldiye spor hat lîstin.
Di nîvê yekê ji maçê de tevî ku lîstikvanên her du tîman hewildan ku golan bavêjin lê ti gol nehatin avêtin.
Di destpêka nîvê duyem de lîstikvanê Bandirmaspor Kerem Donertaş di deqeya 49'an de perdeya golan vekir.
Piştre di deqeya 55'an de Donertaş dîsa daket qadê û golê duyem û yê serkeftinê avêt.
Bi vê encamê lîstikvanan berdewam kir ta ku maç bi encama 2-0 bi dawî bû.
Niha Wanspor bi 4 puanan di rêza de 19'emîn de ye û Bandirmaspor bi 13 puanan di rêza 17'emîn de ye.