Tîma sor û reş a ku xebatên xwe yên transferê didomîne, bi rêya hesabê xwe yê medya dijîtal ya X'ê transfera xwe ya nû ragihand.
Di daxuyaniya tîmê de wiha hat gotin:
"Tîma me bi Celal Hanalp re ku sala bûrî di tîma Amedsporê de dilîst ji bo salekê li hev kiriye."
Rêvebiriya Wansporê diyar kir ku ew bawer dikin Celal Hanalp dê bi tecrube û hêza xwe ya têkoşînê alîkariyeke mezin bide tîmê.
Wansporê ji bo lîstikvanê xwe yê nû wiha berdewam kir:
"Em di bin forma xwe ya sor û reş de serkeftinê ji bo wî dixwazin.
Em hêvî dikin ev peyman ji bo tîma me û lîstikvanê me bibe xêr.
Tu bi xêr hatî Celal Hanalp"
Celal Hanalp sala bûrî di rêya şampiyoniyê ya Amedsporê de roleke girîng lîstibû.
Lîstikvanê xwedî tecrube dê di sezona nû de ji bo serkeftina Wansporê bixebite.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Celal Hanalp pîşeya xwe ya futbolê li akademiya ciwanan a Baglum Belediyesporê dest pê kir.