Ev kebabxaneya li Koyeyê temenê wê 42 sal e.
Ji sala 1984’an ve bêhna kebaban ji vê derê belav dibe û gelek nifşên welatiyên Koyeyê li ser van maseyan nan û kebab xwarine.
Du bira ev 42 sal in "Kebabxaneya Birayan" bi rê ve dibin.
Tevî guherînên li Koyeyê, dumana kebabxaneyê her wekî xwe maye.

Mam Zirar ev 40 sal in bi berdewamî serdana vê kebabxaneyê dike û dibêje:
‘‘Dema ez têm vê derê, hestekî min ê pir taybet heye.’’

Welatiyek jî dibêje:
‘‘Ji mêj ve em ligel malbatên xwe serdana vê kebabxaneyê dikin.’’

Kebabxaneya Birayan ji ber tama xwe ya taybet, bûye xwedî navûdengekî pir mezin.
Bi vî rengî ew welatiyên ji deverên cuda serdana Koyeyê dikin, divê ji bo xwarina kebabê serdana vê kebabxaneyê bikin.