Li Tengava Hurmizê 12 endamên tîma tankerekê birîndar bûn

Keştiyeke bazirganiyê ya Ala Panamayê dema di Tengava Hurmuzê re derbas dibû hat armancgirtin. Di encamê de 12 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Wezareta Karên Derve ya Hindistanê bi daxuyaniyekê ragihand keştiyeke bazirganiyê bi navê “MT On Peace” ya ala Panamayê dema di Tengava Hurmuzê re derbas dibû bi guleyekê hat topbarankirin. 

Wezaretê diyar kir ku di encama topbaranê de, 11 jê hindî 12 endamên ekîbê birîndar bûn. Li gorî daxuyaniyê, endamên ekîbê ku ji 19 kesan pêk dihat.

Wezaretê diyar kir ku rayedarên Omanê birîndar rakirin bajarê Xesebê da ku werin dermankirin.

Wezaretê êrîş şermezar kir û banga rawestandina armanckirina keştiyên bazirganî, xebatkarên deryayî û binesaziya sivîl li herêmê kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye