Kurdên Rojava daxwaza bidawîhatina projeya Kembera Erebî dikin
Ji Dêrikê heta Serê Kaniyê; bandora siyaseta Kembera Erebî li ser 335 gundên Kurdan hîn jî berdewam dike. Siyaseta Kembera Erebî ne tenê erdên pirberdar ên Kurdan desteser kirin, lê belê demografiya herêmê jî guhart. Şahidên zindî yên mîna Xoşnav Ferho û Mihemed Salih, çîroka talankirina 3 mîlyon donim erd û astengiyên îro yên li ser sînor vedibêjin.