Ji ber bahozên rojê, weşana Nûçe TV li ser hotbird dilerize

Weşana Nûçe TV li ser satelîtê Hotbird ji ber bandora bahozên rojê dilerize û qutbûnên demkî re rû bi rû maye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Şirketa berpirsiyar a rêxistina weşana sataleytî bi nameyekê ji kanalê re ragihand ku ev qewimîn û qutbûnên demkî ji ber bahozên rojê ne.

Li gorî şirketê, bahozên rojê bandorê li ser xebata sataleytan, ragihandina fezayî û signalên weşana televîzyonê dikin.

Her wiha şirketê ragihand ku bahozên rojê dê heta 9`ê cotmehê berdewam bikin.

Ji ber vê yekê, weşana Nûçe TV li ser Hotbird dibe heta wê demê bê istiqrar be, nezelaliya signalê û qutbûnên demkî re rû bi rû bimîne.

Nûçe TV ji hemû temaşevanên xwe ji ber lerizandin û qutbûnên demkî yên weşanê li ser satelîtê lêborînê dixwaze û dibêje:

“Em ji temaşevanên xwe re piştrast dikin ku em ê bi awayekî berdewam vê pirsgirêkê bişopînin û ji bo çareserkirinê hemû hewldanên pêwîst bikin.

Em spasdar in ji bo sebr û têgihiştina we.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye