Welatiyên Helebce: "yekitiya kurdan a navxwe garantiya hebûna wan e"

Welatiyên Helebce yê Başûrê Kurdistanê derbarê yekîtiya gelê Kurd de gotin: “Ji bo ku Kurd bikaribin xwe ji metirsiyan biparêzin, pêwîst e yekîtiya xwe çêbikin.” Welatiyên Helebceyê diyar kirin ku çeka herî bi hêz, yekîtî ye û daxwaz kirin ku li her çar beşên Kurdistanê piştgirî û hevkarî bi Rojava û Rojhilatê Kurdistanê re bikin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çeka herî xurt yekîtî û hevgirtina gelan e.

Gelê Kurd di vê rewşa niha de ku derdora wan tev şer e, herî zêde pêwîstiya xwe bi yekgirtin û yekrêziyê dibînin.

Helwesta ku ji Rojava derket, yekîtiya gelê Kurd xurt kir.

Derbarê girîngiya yekîtiya netewî ya Kurdan de, welatiyên bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê axivîn.

Ebdulrehman Helebceyî wiha got:

"Ji bo Kurd bikaribin bi pêş de biçin, yekgirtina wan a navxweyî şert e û bi yekîtiyê wê Kurd bi ser bikevin.

Pêwîst e em hemû pirsgirêk û nakokiyên xwe bidin aliyekî û tenê pişta xwe bi xwe girê bidin."

 

"Yekgirtina gelê Kurd li Rojava, hemû planên navdewletî têk birin"

 

Her wiha Dana Ebdul jî destnîşan kir ku divê Kurd li beramberî dijminên xwe çekekî wan a bihêz hebe û wiha domand: 

"Ew çeka me jî yekgirtina me ye.

Mînaka vê yekê jî me li Rojavayê Kurdistanê dît.

Yekgirtina gelê Kurd, hemû planên navdewletî têk birin."

Dana Ebdul diyar kir ku yekîtiya di nav Kurdan de garantiya hebûna Kurdan e.

Di dawiyê de welatiyên bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê tekez kirin ku pêwîst e li her çar beşên Kurdistanê piştgirî û hevkarî bi Rojava û Rojhilatê Kurdistanê re bikin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye