Di êrîşê Îsraîlê ya li ser Libnanê de 10 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn

Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Libnanê didomîne, her wiha hêzên xwe yên bejahî li ser sînorê Libnanê bi cih kirîye. Di encama êrîşan de 10 kes mirine û 14 kesên din jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Êrîşeke asmanî ya Îsraîlê, avahiyeke çar qatî li bajarê Baalbek ê rojhilatê Libnanê hedef girt.

Hate diyar kirin ku di êrîşa destpêkê de 4 kes mirin e û 6 kes jî birîndar bûne, lê xebat ji bo rizgarkirina malbatên di bin kavilan de asê mane berdewam dike.

Ev êrîş di demekê de, piştî ku Hizbullahê dron û rokêt avêtin Îsraîlê tê û her diçe şer li ser sînorê Libnan-Îsraîlê zêde dibe.

Piştî êrîşên Hizbullahê û bersiva Îsraîlê, Îsraîlê leşkerên xwe li başûrê Libnanê cih kirin.

Hat diyarkirin ku li bajarokê Ermûnê û herêma Sadiyatê yên li başûrê Beyrûtê jî 2 avahî hatine bombebarankirin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya navxweyî yên ku xwe dispêrin Wezareta Tenduristiyê, di êrişên Îsraîlê yên li herêmên Ermûn û Sadiyatê de 6 kes mirine û 8 kes jî birîndar bûne.

Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Libnanê (NNA) destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê, li herêma Hazmiyeyê ya li rojhilatê Beyrûtê jî bi êrişeke asmanî otêlek bombebaran kiriye.

Her wiha artêşa Îsraîlê, li başûrê welêt êrişî derdora bajarokên Tayrî û Kunînê yên ser bi bajarê Nebatiyeyê ve jî kiriye.

Hizbullah got ku li ser Sînorê Libnanê wan roket avêtine kombûneke leşkerên Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê îro hişyarî da niştecihên 16 gund û bajarokên Libnanê ji bo ji herêman derkevin.

Her wiha artêşê got ku çalakiyên Hizbullahê wan neçar dikin ku li dijî rêxistinê tedbîran bigirin.

Artêşa Îsraîlê da zanîn her kesê ku nêzîkî şervan, tesîs an çekên Hizbullahê dibe, jiyana xwe dixe xeterê.

 

Netanyahu: Hizbullahê bi êrîşa li ser Îsraîlê şaşiyeke mezin kir

 

Her wiha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îdîa kir ku Hizbullahê bi êrîşa li ser Îsraîlê şaşiyeke mezin kiriye.

Benjamin Netanyahu gefa bersiveke tundtir û dijwartir xwar.

Netanyahu diyar kir ku divê hikûmet û gelê Lubnanê fêm bikin ku Hizbullah wan dikişîne nav şerekî ku ne ya wan e.

 

"Ji destpêka êrîşan ve 50 kes mirine û 335 kesên din jî birîndar in"

 

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê duh ragihand ku ji destpêka aloziya dawî ve, êrîşên asmanî yên Îsraîlê herî kêm 50 kes kuştine û 335 kesên din jî birîndar kirine.

Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, di van çend rojan de nêzîkî 30 hezar Libnanî ji gundên başûr koçber bûne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye