Li Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyê, nîqaşên li ser Pakêta Darazê ya 11'an ku hinek guhertinên yasayî li xwe digire piştî 2 rojan bi dawî bûn û pakêt hat qebûlkirin.
Li gorî pakêtê, dê di çarçoveya yasaya Kovîd-19ê de hejmarek girtiyên ku beriya 31ê Tîrmeha 2023'yan tawan kirine 3 salan zûtir werin berdan.
Tawanên wekî kuştina nav malbatê, êrişa zayendî û îstismara zarokan li derveyî paketê hatin hiştin.
Hejmarek girtiyan dê ji girtîgehên girtî bibin girtîgehên nîvvekirî û tê çaverêkirin ku 55 hezar girtiyên li girtîgehên nîvvekirî werin berdan.
Her wiha di Pakêta Darazê ya 11'an de guhertinên di sîstema darazê de jî hene.
Piştî qebûlkirina yasayê dê tawanbarên gendelî û sextekariyê li Dadgehên Cezayê Asliye bên darizandin.