Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê bi daxuyaniyeke xwest ku hemû girtekên hevdîtina bi Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan re bên eşkerekirin.
DEM Partiyê diyar kir ku naveroka hevdîtinê ji çarçoveya xwe hatiye dûrxistin û wan xwest ku girtekên hevdîtina Îmraliyê bi awayekî tam û bêkêmasî bi civakê re bên parvekirin.
"Gotinên Ocalan ji wateyê hate dûrxistin!"
Di daxuyaniyê de endamê komisyonê yên Dem Partiyê dibêjin:
“Em di destpêkê ve dibêjin ku hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re divê bi awayekî şefaf bê parvekirin. Zelalbûn xwedî derketina civakê jî zêde dike.
Birêz Abdullah Ocalan ku aktorê serekê yê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e bi awayekî parçe parçe nêrînên wî yên hevdîtinê dayîn û bi kêmasî û şîroveyên takekesî ragihandina nêrînên wî; beriya hertiştî rola birêz Ocalan a pêvajoyê teng dike û ji nîqaşan re vedike.