Civîn bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li 2 dibistanên taxên Qidûrbeg û Hîlaliye yên li bajarê Qamişlo û Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimlêan ê bajarê Girkê Legê hatin lidarxistin.
Endamê rêveber ê Meclisa Bajarê Girkê Legê Îbrahîm Hisên got: “Hêzên komploger xwestin vîna me bişikînin lê ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên azad û demokrasîxwaz bûn minaret.”
Di civînên li Qamişloyê de jî, hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan tevî ku dîlgirtî ye projeya xwe ya ji bo aştiyê û azadiyê ragihand.