Li ser banga dîrokî ya "Aşîtî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiya Kurdistanê gava duyemîn avêt û biryara vekişîna ji qada Tirkiyê da.
Di derbarê wê de gelek rayedar û siyasetmedarên Kurd gavavêtina Tevgerê ji bo pêvajoya heyî êrenî pêşwazkirin û nêrînên xwe yên têkildarê pêvajoyê anîn ziman .
Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç û Hevserokê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban vekişîna PKK'ê ji qada Tirkiyê nirxandin û diyar kirin di serî de Rêberê Gelê Kurd, PKK’ê û gelê Kurd ji bo aştiyê erkên xwe yên li ser milê wan dikeve pêk anîne û divê dewlet jî gavên pêwîst biavêje.
"Divê hemû aliyên siyasî li Tirkyê û cîhanê gavavêtina gerîla erenî binerxîne"
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Karkeran (EHP)’ê Hakan Ozturk jî anî ziman ku biryara vekişîna PKK’ê ji Tirkiyê dewama pêvajoyê ye û wiha got:
"Ragihandina PKK’ê ya vekîşîna ji Tirkiyê, dikare wekî dewama pêvajoyê bê dîtin. Girêdayî vê, divê hemû aliyên siyasî yên Tirkiye û cîhanê ve erênî binirxînin."
Îsa: Gava Tevgera Azadiyê derfeta pêkanîna aştiyê zêdetir dike
Lêkolîner û siyasetmedar Mihemed Îsa da xuyakirin ku gava Tevgera Azadiya Kurdistanê, dê derfeta pêkanîna projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan zêdetir bike.
Îsa di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd û wha berdewam kir: “Di nêrîna xwe de diyar dike ku tundî û şer rengê sedsala derbasbûyî ne. Îro ji mirovahiyê tê xwestin dûrî nêrîna şer bikeve, li şûna wê nerîna dan û standina demokratîk esas bigre.”
"Divê komîsyon bi Rêberê me re hevdîtinê bike"
Li aliyê din jî Endama MEBYA-DER'ê Muhsîne Aslan , di derbarê biryara vekişîna hêzên Tevgera Azadiya Kurdistanê de da zanîn ku divê dewlet gavên samîmî û zelal bavêje û wiha domand:
"Em ê dengê xwe ji bo aştiyê bilind bikin û heta ku em aştiyê neynin Kurdistanê em ê nesekinin."
Her wiha Muhsîne Aslan, girîngiya têkiliya rasterast bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tekez kir û wiha nirxand:
"Diviya bû ku Rêbertî were Enqerê biaxive û komîsyon biçe cem Rêbertî û pê re hevdîtin bike."
Di dawiyê de Endama MEBYA-DER'ê Muhsîne Aslan bang li tevahî gel kir ku ji bo pêkanîna pêvajoyê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe, xurttir bikin.