Halîme Pejvak bi xebatên xwe yên li dijî binpêkirina mafên jinan yê rejîma Talîbanê tê zanîn .
Rêxistinên mafên jinan û torên piştevaniya bi penaberan re diyar kirin ku dersînorkirina Halîme Pejvakê binpêkirina mafê mirovane û bang li saziyên navneteweyî hat kirin.
Parêzvanên maf bang li saziyên navneteweyî kirin ku bikevin dewrê û Halîme Pejvak bê berdan.
Di rewşa radestkirina Halîme Pejvak ya Afganîstanê de rîska girtin û îşkenceyên giran bibîne pir zêdeye. Lewre Halîme Pejvak bi xebatên xwe yên li dijî rejîma Talîban, ji aliyê Talîban ve gefan dixwe.