Li Meclisa Tirkiyê duh kom civînên heftane yên partiyan hebûn.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel di kom civînên partiyên xwe de axivîn.
Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de, geşedanên di rojevê de nirxandin, bal kişand ser dosyaya Gulistan Dokuyê û Rojîn Kabaîşê û daxwaza edaletê kir.
Di heman demê de kirîza aborîyê ku li Tirkiyê pêk tê şîrove kir.
Divê kiryar bêne girtin û edalet bi ser bikeve
Tulay Hatîmogûllari, di civîna heftane ya koma partiya xwe de li Meclisê bal kişand ser geşedanên nû yên di dosyaya Gulistan Dokuyê de û wiha anî ziman:
"Kî dibe bila bibe divê hemû kesên navên wan di dosyayê de derbas dibin hesabê bidin."
Her wiha bal kişand ser dosya Rojîn Kabaîşê û xwest heman lêpirsîn di vê dosyayê de jî bê kirin û wiha axivî:
"Divê kiryar bêne girtin, cezakirin û daxwaza edaletê ji bo Rojîn Kabaîşê werin dîtin."
Tulay Hatîmogûllari: Aboriya Tirkiyê her ku diçe têk diçe
Tulayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şerê li Îranê bandor li ser Tirkiyê jî dike û wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Aboriya Tirkiyê her ku diçe têk diçe. Desthilata ku niha nikare aboriyê bi rê ve bibe, di pêvajoya şer de jî qet nikare bi rê ve bibe.
Welatî tevî dixebitin jî, bi birçîbûnê re rû bi rû ne."
Tulay Hatîmogûllari: Divê ev agirbest mayînde bibe
Tulayê bi domdarî îşaret bi şerê li dijî Îranê kir û da zanîn ku bi hezaran sivîl hatine kuştin, bajar hatine wêrankirin û got:
“Em agirbesta ji bo du hefteyan bi keyfxweşî pêşwazî dikin.
Divê ev agirbest mayînde bibe û em bi hev re ji şer re bibêjin na."

Ozel: Divê hilbijartin pêk were
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel, jî di civîna koma parlementoyê ya partiya xwe de bal kişand ser hilbijartinên pêşwext û wiha got:
"Em vê hilbijartinê ne bi armanca ku bibin partiya yekem, lê ji bo ku dengê milet bidin bihîstin.
Ji bo ku hest û hêviyên rastîn ên vî miletî di vê hilbijartina pêşwext de bidin bihîstin.
Hemû serokên partiyên me, ew ji bo hilbijartinê amade ne û divê hilbijartin pêk were."