Çavkaniyên bijîşkî yên li Nexweşxaneya Fermî ya Siweydayê ragihandin ku 20 cenaze, di nav de cenazeyên 4 jinan hebûn gihiştin nexweşxaneyê.
Tîmên Heyva Sor a Sûriyeyê ragihandin ku li gundên Lahisê, Elmetûna û wolgayê li bakur û rojavayê Parêzgeha Siweydayê, ev cenaze hatin dîtin.
Çavkaniyan dan zanîn ku cenaze pûç bûbûn, hin ji wan jî şewitî bûn û di destnîşankirina nasnameyên wan de gelek zehmetî dihatin dîtin, lê malbatên wan bi rêya cilên wan, ew nas kirin.
Li aliyekî din, çavkaniyên herêmî diyar kirin ku bajarokê Necran li gundewarê rojavayê Siweydayê rastî êrîşên çekdarî hat.
Êrîş ji deverên di bin kontrola hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de pêk hat.